Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir

  • jin
  • 11:50 21 Îlon 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê jina bi navê Esra Bogurcu bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li taxa Dunaysir a navçeya Qosera Mêrdînê li gorî îdiayê; pêr Esra Bogurcu (19) ya astengdara zihnî bi sîleha bavê dileyîze. Hat îdiakirin ku Bogurcu bi şaşî gule berî xwe daye û birîndar bûye. Wê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Bi xedariya rewşa Bogurcu re wê ji vir jî radikin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê. Tevî hemû mudaxileyên tibî jî Bogurcu jiyana xwe ji dest da. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Malbatê cenazeyê keça xwe wergirt û li Qoserê veşar.