TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
- jin
- 12:45 25/11
TJA’yê ji bo meşa ku dê bi boneya 25’ê Mijdarê li Tunela Taksîmê were lidarxistin bang kir û got: “Em biryara walîtiyê ya çalakiya me qedexe kirî nas nakin.”
TJA’yê ji bo meşa ku dê bi boneya 25’ê Mijdarê li Tunela Taksîmê were lidarxistin bang kir û got: “Em biryara walîtiyê ya çalakiya me qedexe kirî nas nakin.”
Jina bi navê Yeşîm Turkmen li navçeya Belkîsê ji hêla hevjînê xwe Mert Turkmen ve hate qetilkirin.
MKG’ê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got ku rojnamegerên jin li qadan û girtîgehan ji bo heqîqetê têdikoşin û ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê mezintir bikin.
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya 10 mehan weşand. Li gorî çeteleyê di nava 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin û 170 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Jinên ku li gelek bajaran daketin qadan li dijî biryara Walîtiya Amedê ya qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi gotina; “Em ê bêyî bêzar bibin biqîrin. Jin, jiyan, azadî” bertek nîşan dan.
- Hejmara 91’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Xweparastin û berxwedan: Têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr dewletê” derket.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bertek nîşanî qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” da û got: “Ev qedexeye, nîşaneya tirsa wan e.”
Dr. Sonia Achkar diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de herî zêde jinên li herêma Hîzbullahê dijîn bibandor dibin û wiha got: “Têkoşîneke jinan a li dijî şer heye lê hêza birêxistinkirî qels e.”
Jinên Êzidî yên ku piştî fermana 74’an xwe bi rêxistin kirin, di avakirina jiyaneke nû de pêşengiyê dikin. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Ferîde Şengalî diyar kir ku ji her gel û baweriyan jin di çarçoveya fikra neteweya demokratîk de tên gel hev û jiyaneke nû ava dikin.
TJA’yê bi boneya 25’ê Mijdarê li ser Pira Dehderî çalakiya defjeniyê û meşaleyê li dar xistin. Çalakiyek rengîn derket holê û dengê dirûşma “Jin jiyan azadî” olan da.
Di çalakiyên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de tên lidarxistin de jinan peyama "Em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin û serhildana xwe mezin bikin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo jin di veguheztina giştî de bikar bînin dest bi belavkirina JINKART'ê kir.
Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Jinan bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" peyama ku wê bi hev re tundiyê rawestînin dan.
Jina bi navê Leyla Uren ku demekî dirêj agahî jê nedihatin girtin, li Rihayê di mala tê de dijiya bi awayekî qetilkirî hate dîtin.
Navenda Piştevaniya Jinan a qeyûm 7 sal berê li Wêranşarê girtibû, bi dirûşma “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinîn” hate vekirin.