Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
- jin
- 17:55 08/11/2023
Danişîna doza TJA'yê di roja duyem de didome. Jinan di parastinên xwe de bal kişandin ser kar û xebatên xwe.
Danişîna doza TJA'yê di roja duyem de didome. Jinan di parastinên xwe de bal kişandin ser kar û xebatên xwe.
Hatîce Gungor ku ji doza TJA’yê girtî ye diyar kir ku xebatên jinan tên îlegalîzekirin. Girtî Hulya Kinagu jî got ku di sala 2014’an girtî bû û ji meşa dewma ew di girtîgehê de hatiye jidarxistin te sûcdarkirin.
Aktivîst û feminîsta ereb Hîfa Asadî ku bal kişand ser nasnameya girtiyên siyasî yên ji aliyê rejîma Îranê ve tên bidarvekirin û got: "Darvekirin, amûreke çewisandinê ye ku ji aliyê rejîma Îranê ve li hemberî kêmaran tê sepandin."
Aktivîstên TJA'yê ku di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Enqereyê de hatin girtin, piştî salekê derketin pêşberî dadgehê. Aktivîsta TJA'yê Bedîa Akkayayê anî ziman ku têkoşîna wan tê îllegalîzekirin û got: "Em li vir ji ber nasnameya xwe ya jinbûn û kurdbûnê tên darizandin."
Komîteya Nobelê ya têkildarî greva birçîbûnê ya Nergîs Mûhammedî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin daxuyaniyek da wiha got: “Em ji rewşa wê bifikarin.”
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha cotmehê eşkere kir. Li gorî vê, di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin û 13 jin û 3 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Dadgeha Cezayê Giran a Geverê têkildarî tecawiza Esra Y. ya 11 salî û mirina wê ya biguman di biryara beraetê ya derbarê 2 bersûcan de da zanîn ku qenaet kirine zarok hatiye kuştin.
KCDP’ê da zanîn ku di cotmehê de 19 jin hatine qetilkirin û 18 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Di atolyeyê têkel ên TJA’yê yên Stenbolê de mijarên tecrîd û polîtîkayên şerê taybet hatin nîqaşkirin.
TJA di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” de li Îzmîrê bi jinan re civiya. Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di pêvajoyeke ber bi hilbijartinên herêmî ve de hewceye tifaqa jinan were xurtkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de aktîvîstên TJA’yê jî di nav de 10 jê girtî bi giştî derheqê 22 jinan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 7-9’ê cotmehê de dest pê bike.
Nergis Muhammedî ya ku li Îranê girtî ye û xelata mafên mirovan a Nobelê wergirt ji ber ku şalpeyê nedaye serê xwe û red kiriye, wê sewqî nexweşxaneyê nekirine.
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobela 2023’yan Nêrgiz Mihemedî, di nameya ku spasiyên xwe pêşkeşî Komîteya Nobelê kirin de wiha got: “Ez bang li we dikim ku heta gelê Îranê serbikeve hûn piştgiriyê bikin. Serkeftin ne hesan e lê teqez e.”
Platforma Jinan a Edeneyê, aşkere kir ku li bajêr 5 jê biguman 21 jin di encama tundiya mêr de hatin qetilkirin.
TJA’yê diyar kir ku tevî dema girtinê ya dirêj a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak xelas bûye jî nayê berdan û wiha bertek nîşan da: “Gultan Kişanak dîl tê ragirtin. Divê tavilê were berdan.”