Ahmet Turk ê 5 sal berê bi Ocalan re hevdîtin kir: Ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi bertekên xurt heye

img

MÊRDÎN - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku 5 sal berê li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir, bal hişand ser helwesta CPT û Ewropa û wiha got: "Bêdengiya CPT, Ewropa û Cîhanê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan nîşan dide ku demokrasî çiqas paşve ketiye. Ji bo şikadina tecrîdê divê her demokrat û kesên ji demokrasiyê bawer dike, li dijî tecrîdê bertekên xurt nîşan bidin."  

Di 12'ê Îlona 2012'an de girtiyên PKK û PAJK'î bi armanca tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û Ocalan azad bibe û mafê parastina zimanê zikmakî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Di roja 68'an a grevê de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatibû kirin. Di 5'ê Mijdarê de li hemû girtîgehan çalakî belav bû û 10 hezar girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdorvger û bêdawî kirin. Piştî di 17'ê mijdarê de Mehmet Ocalan li Îmraliyê bi Ocalan re hevditin pêk anî, bi daxuyaniya Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibû. Piştî vê yekê ji bo hevdîtin pêk bên, heyetek hat  avakirin û di heyeta ewil de Hevserokê DTK'ê û Parlementerê Merdînê yê Serbixwe yê wê demê Ahmet Turk û Parlementera BDP'ê ya wê demê Ayla Akat Ata cih girtin û di 3'yê Çileya 2013'an de hevdîtin bi Ocalan re çêkirin.   Pişti heyeta ewil çû Îmraliyê û hevditin pêk hat pêvajo hat guhertin û pêngavek nû hat destpêkriin. Bi ziyaretên li îmraliyê re Ocalan di Newroza 21'e Adara 2013'an de peyama çareseriya demokratîk belav kir. Ocalan bi ser navê “Pêvajoya Çereseriya demokratîk" dest bi pêvajoyek nû kir. Heta zêdeyî 2 salan heyet çû îmraliye û bi Ocalan re hevditin kir. Beriya hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an li dijî avahî û girseyên HDP'ê êrîşên bombeyî pêk hatin. Herî dawî heyet de 5'ê Nîsana 2015'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn û carek din hevdîtin nehat kirin. Di 11'ê Tebaxa 2015’an de Serokê Gişti yê AKP'ê û Serokomar Erdogan got “Ji niha û şûnde çareserî ketiye sarincê û hatiye rakirin.' Piştî vê daxuyaniyê edî hevdîtin bi dawî bûn. Piştî herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan bi Ocalan re hevdîtin kir, carek din hevdîtin pêk nehat. Herî dawî di 11'ê îlona 2016’an de Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û ji wê demê heta niha tu carî hevdîtin pêk nehatiye. Heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nehatiye girtin. 
 
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku di heyeta 3'ê Çile de cih girt û bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtin kir, piştî hevdîtinan geşedanên heyî bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. 
 
‘YEKEMÎN GAVA PÊVAJOYA AŞTIYÊ BÛ'
 
Turk, anî ziman ku beriya 3'ê Çile agahî digirtin ku dem bi dem rayedarên dewletê bi Ocalan re hevdîtinê dikin û wiha got: “Daxwaza Birêz Serok a ku êdî partîyên siyasî û nûneren saziyên civakî têkevin navberê qasidiyê bikin aşkere arve kiribû. Xwestibû êdî hevditin aşkere bên kirin. Piştî wê demê ewil ez, Ayla Akat em çûn me bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Ev yekemîn gava pêvajoya aştiyê bû. Ev destpêk bû. Berê em der barê hevdîtinên borî de ne xwedî agahî bûn. Birêz Ocalan wê demê hevdîtin dikir. Piştî em çûn wir em li hemberî hev rûniştin û me sohbet kir." 
 
‘OCALAN ZÎVIRÎ Û KENIYA...' 
 
Turk, bal kişand ser hevdîtinên Ocalan û dewletê yên berê û wiha got: “Me ji birêz Ocalan re got ‘Me tu agahî ji dewletê negirtine. Lê em dizanin bi were hevdîtin dikin. Ji ber vê yekê tiştekî zêde em bi were parve bikin tune ye. Lê Ocalan li me zîvirî û keniya. Got ‘Erê ez hevdîtinan dikim. Ez dizanim hûn ne xwedî agahî ne. Lê divê êdî ev hevdîtin bi civakê û raya giştî re bê parvekirin û bê zanîn. Em dê vê pêvajoyê êdî li hev rûnên û bi diyalogê çareser bikin. Ev ji bo vê yekê firsend e. Ji bo ez vê firsetê binirxînim heta ku ji destê min bê ezê têbikoşim' û sekna xwe ya li hemberî çareseriyê anî ziman."  
 
 
OCALAN: EM DI VÊ MIJARÊ DE BAWERIN Û SAMÎMÎ NE 
 
Turk, destnîşan kir ku hevdîtinên dihatin kirin bi awayekî resen bi civakê û raya giştî re parve dikirin û wiha got: "Ocalan pir hasas nêzîk dibû. Di hevditina ewil de wiha got: 'Bi salan e em têdikoşin. Demek dirêj e ji bo ev pêvajo vegere pêvajoya aştiyê û pirsgirek bi rêyên diyalog û demokrasiyê çareser bibin ez hewl didim. Di sala 1993'an de me agirbest îlan kir. Me wê demê biryar da. Ji wê demê heta niha ji bo bi riya çareseriyê ev pirsgirêk çareser bibe têdikoşim. Hûn vê yekê ji xwe zanin. Ez îro jî xwedî heman helwest im. Divê em li gorî serdema nû xwe amade bikin. Kurdan di vî milî de tekoşînek mezin da. Di vê mijare de bi qasî tê xwestin me dengê xwe li cîhanê belav kir. Her serdemek xwedî taybetiyek e. Ji bo em van şertan binirxînin em têdikoşin. Bêyî ku em qet ji maf û azadiya kurdan tawîz bidin û bi gelên li Tirkiye re di pêşerojek demokratîk de bigêjin hev em têdikoşin. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in û em samînî ne.' Ocalan helwesta xwe ya li hemberî çareserîyê wiha anîbû ziman."  
 
‘TU CARÎ OCALAN BÊBAWERÎ NEDA' 
 
Turk, destnîşan kir ku piştre Ocalan bi heyetên din re jî hevditin kir û Ocalan pirsên “Daxwaza kurdan çiye? Ji bo demokrasî û aştiyê çi dixwazin? bi awayekî pir zelal bersivnad. Turk, bal kişand ser xerakirina pêvajoyê jî û wiha got: “Encama hilbijartina 7'ê Hezîranê hikûmet bêzar kir. Hikûmet wisa difikî ku ew tenê dê sûd bigire. Lê di hilibjartinê de dengê kurdan zêde bû. Ji ber ku HDP'ê dengê xwe zêde kir û bend derbas kir, hikûmetê pêvajo xera kir. Ez bawer dikim ku tu carî Brêz Ocalan tiştekî ku li hemberî Kurdan baweriyê nede nekir. Her dem bawerî da. Xerakirina pêvajoyê bi temamî hesabê dewletê bû. Li gorî daxwazên dewletê encam pêş neket ji ber vê yekê pêvajo xera kir." 
 
DEWLETÊ PLANA DUYEMÎN XIST MERIYETÊ
 
Turk, bibîr xist ku teqez planên dewletê yên A, B, C  hene û wiha pêde çû: "Bi qasî ez dibînim, hem rewşa Tirkiye, hem jî daxwazên kurdan ên mafê azadiyê bi awayekî xurt derketiye holê. Ji ber ku gavên bihatina avêtin dê di lehê kurdan de pêş ketibûya vê yekê hikûmet û dewlet tirsand. Ji ber vê yekê dawî li pêvajoyê anîn. Cesaret nekirin. Pişti vê yekê plana duyemîn a zext, tundî û perçekirinê xistin meriyetê. Heta ji destê me hat me piştgirî da pêvajoya aştî û çareseriyê. Ji bo ev pêvajo aştî û demokrasiyê hemû beşên civakê hewl da. Îro jî kurd ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin û bi israr in." 
 
‘KURD DI ROJHILATA NAVÎN DE AKTOREK GIRÎNG IN’ 
 
Turk anî ziman ku ji ber kurd li Rojhilata Navîn xwedî aktorek girîng in û pêşengeiya guherîn û veguherînê dikarin bikin dewlet polîtîkaya çewisandinê li ser kurdan dide meşandin û wiha dewam kir: “Bêguman dema em geşedanên navnetewî, Rojhilata Navîn û bi vê re gelek aliyan digirin dest, divê mirov tenê vê polîtîkayê girê nede qulibandina maseyê. Û carna şîroveyên mîna ‘kurdan gav ne avêtin’ tên kirin, ev şîrove bêwate ne. Li dijî pêşketin û geşedanên siyaseta kurdan dewletê carek din siyaseta xwe ya dewleta kûr xistiye dewrê. Em dibînin ku rêxistin û demokrasiyên li Rojhilata Navîn baş bi rêve naçin. Em dibînin hêzên bi ser siyasetê re û bi ser rêgezên siyasetê re li Rojhilata Navîn di plana pêş de ne. Heke em pirsgirêkek wek pirsgirêka kurd ku gelek girîng e bi biryara tenê siyasiyan re jî mirovan bibîne dê me bixapîne.” 
 
‘TECRÎDEK WIHA LI TU DEVERA DINYAYÊ NEHATIYE DÎTIN’ 
 
Turk destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û got: “Li Tu devera dinyayê tecrîdek wiha nehatiye dîtin. Ji 3 salan zêdetir e bi malbata xwe re hevdîtinê nake. Ev ne li gorî makeqanûna Tirkiyeyê û ne jî li gorî rêgezên qanûnên navnetewî ye. Bêdengiya CPT a li dijî tecrîdê dinyayê bêdeng dike. Dike ku Ewrûpa bêdeng bimîne. Ev bêdengiya li dijî tecrîdê jî dide nîşandan ku demokrasî çiqas li paş ketiye. Divê her kes li dijî demokrasiyê refleks nîşan bide. Em di serdemek ku li her deverê li dijî tecrîdê çalakî hene de derbas dibin. Helbet wê rojekê ev siyaseta zextdar bi dawî bibe. Em bêjin wê di demek kurt de rabe em ê xwe bixapînin. Ji bo vê jî divê li dijî tecrîdê hêrsa herî mezin bê nîşandan û pêdivî bi vê yekê heye.”
 
‘BÊHIQÛQIYÊ NIKARIN HEYA DEMEK DIRÊJ BERDEWAM BIKIN’
 
Turk, derbarê bandora Birêz Ocalan a li ser pêşketinan bike de jî ev tişt gotin: “Cîhan vê bêhiqûqiyê nikare heya demek dirêj berdewam bike. Li aliyekê şikandina tecrîdê heye. Lê li aliyê din jî Rojhilata Navîn ketiye nava çiravê. Di serdemek wiha de, tecrîd û bêhiqûqî derbas kirin, wisan ne hêsane. Seknekê ku hemû cîhanê bandor bike pêwîst e.  Hêzên naxwazin pêvajaya aştiya Rojhilata Navên pêş bikeve, helwestekê ku ji tecrîd berdewam bike datînin holê. Lê hêzên ku dixwazin aştî pêş bikeve û di ferqa rola Birêz Ocalan dene, divê bikevin nava tevgerê.”
 
‘GER TECRÎT TUNEBÛYA’
 
Turk, derbirî ku ger polîtîkayên tecrîdê yên li ser Ocalan berdewam bikin, dê bandorek neyînî li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn bike, lê ger tecrîd bê rakirin jî, dê bandorek erênî bike. Turk, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê du alî li meselê bê mêzekirin. Ger bi aqlê selîm li meselê bê mêzekirin, hevdîtina bi Ocalan re dê ji bo gelan baş be.  Ne tenê ji bo Kurdan, dê ji bo Tirkiyeyê jî baş be. Ji bo ku Tirkiye ji vê kaosê derkeve, ev weke şans hat dîtin. Lê nêrîna nijatperet û netewperest tiştekê pir cuda tîne rojevê. Ji ber vê Birêz Ocalan, ger îro ne di tecrîdê debûya, pêvajoyek aştiyane dê li Rojhilata Navîn pêş biketa. Ev jî dê bibûya sedem ku gel hevdû hembêz bikin û dijminantiya hev nekin.”
 
MA / Ahmet Kanbal