PYD'ê kongreya xwe ya Qenaye ya Kobanê pêk anî

img
KOBANÊ - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Qenaya ya girêdayî bajarê Kobanê  kongreya xwe pêk anî. 
 
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yekemîn kongreya xwe ya li navçeya Qenaya ya Kobanê, bi drumşa  “Em ê bi vîn û rêxistin, Efrînê rizgar bikin û Sûriyek nenavendî û demokratîk ava bikin” dest pê kir. Kongre li Navenda Çand û Hunerê a bajarê Kobanê pêk hat. Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen, endamên rêveberiya kantona Koabnê, endamên PYD'ê jî di navde 250 delege di kongreyê de amade bûn. Kongre bi axaftinên siyasetmedaran didome.