ENQERE – Hevseroka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, der barê hevditina Mehmet Ocalan ya 15 deqîqeyan bi Ocalan re kir û tecridkirina Ocalan a 20 salan axivî û wiha got: "Hevdîtina 15 deqîqan nayê wateya ku tecrid rabkûye. Hikûmeta AKP'ê bi vê hewldanê dixwaze bertek û nerazibûnên civakê yên li dijî tecrîdê bişkîne. Muxalefet jî der barê tecrîdê de heman tiştî difikire.
Çalakiyên kurdan ên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bê dawî û bêdorveger di roja 68'an de berdewam dike. Çalakiyên 226 girtiyên siyasî yên li nêzî 40 girtîgehan yên bê navber û bêdawî berdewam dikin. Çalakiyên li Ewropa û Hewlerê jî berdewam dikin. Mehmet Ocalan piştî li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin piştî 852 rojan, di 12'ê Çile de çû Îmraliyê û tenê 15 deqîqeyan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Têkildarî hevditina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Hevberdevkên Kongreya Demoratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglu yên di Kongreya 9'emîn de wekî hevberdevk hatin hilbijartin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku berxwedana ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guvan li girtîgehê da destpêkirin li hemû girtîgehan û derve belav dibe û wiha got: “Tenê daxwazek Guven heye. Ew jî rakirina tecrîda Brêz Abdullah Ocalan e. Divê bi rêk û pêk bi malbat, parêzer û heyetê re karibe hevdîtin bike. Ev erka dewleke hikûqê ya asayî ye. Divê bêyi daxwaza civakê dewlet vê erka xwe pêk bîne. Ev hevdîtin mafê herî rewa, hiqûqî û demokratîk e. Her girtî divê ji vî mafê xwe yê hiqûqî sûdê bigire."
‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎD Û ÎZOLASYON HEYE'
Koçyîgît, destnişan kir ku li Îmraliyê pergala taybet heye û wiha got: "Birêz Ocalan 20 salin di şertên tecrîda giran de tê girtin. Girtîgeha Îmralî bi taybet ji bo tecrîdê hatiye avakirin. Ji hemû agahî û geşedanên li devre hatiye qutkirin. Li Îmraliyê tecrîd û îzolasyon heye. Di şexsê Birêz Ocalan de li ser gelê kurd, aştî û demokrasiyê tecrîd tê meşandin. Ya herî girîng jî li dijî mirovahiyê tecrîd tê meşandin. Tecrîda li Îmralî nîşan dide ku hiqûqa Tirkiye têk çûye. Nîşan dide ku pergala dewletê têk çûye. Di dewletek asayî, hiqûqî de tecrîda wisa nabe. Li Tirkiye bi awayekî keyfî îzolasyon û tecrîd heye. Birêz Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî li dijî vê îzolasyon û tecridê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Mirovên ku ketine greva birçîbûnê bi çalakiyên herî demokratîk û hiqûqî daxwazên xwe tînin ziman. Ji bo dengê wan bê bihîstin bedena xwe birçî dihêlin. Ji bo dawî li tecridê bê di çalakiyê de ne. Dixwazin dewlet erka xwe ya hiqûqî û zagonî pêk bîne."
‘KURD DI MIJARA OCALAN DE PIR HASAS IN'
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît, destnîşan kir ku Kurd di mijara Ocalan de pir hasas in û wiha berdewam kir: “Bi milyonan mirov Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dikin. Birêz Ocalan, dixwaze pirsgirêka Kurd bi riya aştî û demokrasiyê çaresre bibe. Di salên 2013 -2015'an de ev hewldana wî derket holê. Di hevdîtinên xwe de hewl da ku bi riya aştî û demokrasiyê çareseriye pêş bişe. Wekî ku nêzî girtiyekî siyasî dibe nikare nêzî Birêz Ocalan bibe. Ji ber ku ew vîna gel temsîl dike. Divê AKP vê vîna gel bibîne. Niha AKP bi agir dilîze. Helwesta gelê kurd a ji bo Birêz Ocalan pir aşkere ye. Divê çalaikyên gel ên salên 1999'an hin tiştan bibîra Tirkiye bixe. Wê demê bi sedan mirovan bedena xwe da ber agir. Niha Birêz Ocalan ê rê li pêş rijandina xwînê digire îzole dikin. Ev tê wateya ku aştî û demokrasiyê naxwazin. Biratî û wekheviyê naxwazin. Raste rast dibêjin em şer dixwazin.
‘FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê DÊ BI ŞEMALA GUVEN TÊK BIÇE'
Koçyîgît bal kişand ser berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî û wiha berdewam kir: "Çawa faşîzma 12'ê Îlonê bi berxwedana Zindana Amedê hilweşiya, niha jî dê bi meşaleya Birêz Leyla Guven û berxwedana Leyla ev faşîzm hilweşe. Em ji vê berxwedanê bawer dikin. Daxwazên wê daxwazên me ne. Em vê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin. AKP her dem dixwaze me biceribîne. Her dem li dijî me bêhiqûqê pêş dixe. Bêhiquqiyê dike pergalek asayî. Dixwaze her kesî teslim bike. Tekoşîn û berxwedana li dijî tecrîdê dest pê kir encamekê distîne. Piştî vê berxwedanê hevditnek pêk hat. Ev hevdîtin girîng e. Lê nayê wateya ku tecrîd rabûye. Tenê di milê tendurisitya Birêz Ocalan de fikar rabûne. Lê tecrîd didome. Mesele tenê bi hevdîtinekê çareser nabe. Em ve helwesta hikûmetê qebûl nakin. Piştî çalakiya 68 rojan tenê bi hevdîtinekê nikare me bixapîne. Em vê tacrîdê qebûl nakin.
Divê di serî de gelê Amedê û hemû kes xeta berxwedanê xurt bike. Ji bo tecrîda Îmraliyê bişkê divê berxwedan xurt bibe. Birêz Leyla Guven li girtîghê nîşanî me dide ku em li ku rawestin.
Tenê bi hevdîtina malbatê û parêzeran nayê wateya ku tecrid rabûye. Tecrîd didome.
REXNEYA LI MUXALEFETÊ
Koçyîgit, helwesta siyaseta muxalîf a li diji çalakiya Leyla Guven jî rexne kir û wiha got: "Em dibînin ku partiya muxalif wekî îktîdarê difikre. Nerîna îktîdarê û ya muxalefetê ya li dijî daxwazên gelê kurd yek in. Li hemberî van daxwazên kurdan ker, kor û lal tev digere. Ger ku dixwasin serdestiya hiqûq û demokrasiyê pêş bixin, ger ku dixwazin aştî, demokrasiyê avabikin divê berî her tiştî partiya muxalif guh bide daxwazên Leyla Guven û gavên şênber bavêjin. Ji bo hewldana AKP- MHP'ê bê rawestandin, divê daxwazên kurdan pêk bên û tecrid bi dawî bibe."