Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
- polîtîka
- 10:39 24/5/2021
Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku axaftinên rêveberê çete ku ji dewletê piştgiriyê digire Sedat Peker ji bo deşîfreya çerxa aboriya narko ya weke Sûsûrlûkê girîngin û wiha got: “Axaftinên Peker ji aliyê fînansekirina şerê qirêj ve tê bi rêvebirin gelek girîng in. Peker, ji fîguranan tenê yek e. AKP weke dewleteke mafyayê dixebite.”