Meclîs kete betlanê
- polîtîka
- 16:18 18/7/2021
Desteya Giştî ya Meclîsê heta 1’ê cotmehê ket betlanê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Aydinê serdana dikandaran kir.
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlamenteriya wî lê hat vegerandin got: “Em bi berxwedanê vegeriyan ser wezîfeya xwe. Em ê hin bêtir ji bo gelê xwe xizmetê bikin.”
Mûsa Pîroglû yê HDP'î diyar kir ku îqtidar sirf ji bo li ser pêyan bimîne êrîşê dibe ser partiya wan û got: "Heger dilê me û xelasiya ji vê îqtidarê hebe, kesên dixwazin tenê di dema sindoqan de bên cem me, divê niha bên."
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî xespkirina 4 mehan parlamenteriya wî lê hat vegerandin, li Lijneya Giştî ya Meclisê axivî û ev tişt got: "Li dijî hemû neheqiyan îro roja serkeftina vîna gel e. Îro roja xuyabûna serfkeftina gel e."
Siyasetmedar Ahmet Turk di kongreya HDP’a Mûşê de axivî û got: “Viya baş bizanibin ku êdî hûn hatine dawiyê. Êdî hûn nikarin bi zîhniyeta nijadperest vî welatî bi rê ve bibin.”
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo îadekirina parlamenteriya xwe serî li Serokatiya Meclîsê da û xwest tavilê biryar di Lijneya Giştî de bê xwendin.
Tulay Hatîmogûllari ya HDP'î, anî ziman ku bi êrîşên li ser partiya wan, derdoreke ku heya niha raya xwe nedane HDP'ê wisa difikirin ku divê heya dawiyê piştgiriya HDP'ê bê kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku axaftina wê ya li Dîlokê hatiye berovajîkirin û got: “Li vî welatî piştî hemû bêhiqûqiyan kurdek ku wê bi AKP’ê re li ser maseyê rûnê tune ye.”
HDP, ji bo Komkujiya Geliyê Zilan û xesara înşaata HES'ê ya li herêmê tê çêkirin bê lêkolînkirin daxwaz kir ku komîsyonek bê avakirin.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ji êrişa çekdarî ya li dijî avahiya partiya wan a Marmarîsê "Partiyên siyasî yên desthilatê ku ji partîbûnê derketine û veguherîna rêxistinên sûc" berpirsyar girt.
Civîna HDP’ê ya bi serenavê “Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin” li Amedê li dar dixe di roja sêyemîn de didome.
Tulay Hatîmogûllari ya HDP'î, diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên Tirkiyeyê polîtîkaya neçareserkirina Pirsgirêka Kurd e û got ku HDP fikra rizgariya hevpar a gel, bawerî û jinan e.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê edalet û demokrasî pêk neyê û ji bo muxalefetê got: “Di pirsgirêka kurd ên ku çareseriya demokratîk neparêz e, bi tu aliyan re karê me nîne.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku AKP’ê hêviya xwe çareseriyê winda kiriye û got: “Em ê wek HDP’ê aliyê civakî li derdora xeta sêyemîn bicivînin û sewqî têkoşînê bikin.”