Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
- polîtîka
- 10:33 04/4/2022
Di Doza Kobanê de hin gilîkerên ku li bajarên cuda bi telîmatê îfadeyê wan hatiye girtin di pergala ÛYAP'ê de bêyî ku dozname bê vekirin beyanên wan hatine girtin. Parêzer Alî Bozan, derbarê mijarê de ev tişt got: "Dema ku em bêusûliyên dadgehê tînin ziman dibêjin, 'hûn ê îtîrazên xwe li dadgeha bilindtir bikin'. Qebûl dike ku bêusûliyê dike."
