Ozugurlu: Komên çekdarên li Idlibê li Tirkiyeyê guhdar nakin
- polîtîka
- 09:06 03/10/2018
Pisporê Rojhilata Navîn ê rojnameger Musa Ozugurlu diyar kir ku komên çekdar li gotina Tirkiye ya "Heta 15’ê cotmehê ji Idlibê derkevin" guhdar nakin.
Pisporê Rojhilata Navîn ê rojnameger Musa Ozugurlu diyar kir ku komên çekdar li gotina Tirkiye ya "Heta 15’ê cotmehê ji Idlibê derkevin" guhdar nakin.
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrlikulu bertek nîşanî qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê û xizmên windayan da û got: “Xwendina çîrok û ango danezanê li meydanan hat qedexekirin, em ê êdî her hefte li Meclîsê bixwînin.”
Rêxistina HDP’ê li Amedê “Konferansa Hilbijartina Rêveberiya Herêmî" ku 2 rojan pêk bê li dar xist.
Hevşaredarê Tozanê yê DBP'î Mehmet Gultekîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, anî ziman ku qeyûm perçeyek "Plana Rûxandinê" ne û got: "Bi qeyûman xwestin tevgera azadiyê tasfiye bikin." Her wiha Gultekîn got, dê gel şaredariyên xwe ji qeyûman bistîne.
Berdana Fadîle Halaç Cebael a bersûca doza komkujiya DAIŞ’ê ya li Dîlokê pêk hat û di komkujiyê de 56 kesan jiyana xwe ji dest dan, di rojeva Meclîsê deye. Fadîle bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê hatibû berdan.
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di sala nû ya meclîsê de axivî û xwest parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bê berdan û meclîs ji vê şermê rizgar bibe.
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar guhertina navên kurdî yên 3 taxên navçeya Qoserê ji Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu pirsî.
Dê serdema nû ya Meclîsê di 1'ê Cotmehê de dest pê bike. Di rojeva meclîsê de guherîna tuzuka hundur ku tezkereya operasyonên derveyî sînor, pêşnûmaya efûyê û sererastkirinên dengê muxalefetê bitepisîne tê de cih digirin heye.
Namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih ji bo çareserkirina aloziyê bi serokê giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re civiya. Barzanî şertê dengdayînê da ber Salîh.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê de têkildarî geşedanên dawî û hilbijartina rêveberiyên herêmî nirxandin kirin. Temellî, diyar kir ku ew dê bi pirsa “Em bajar û rêveberiyek çawa dixwazin?" tev bigerin û wiha got: “Îttifaq di kulisan de ava nabe. Îtîfaq di lêgerîna li taxan de bi wate dibe."
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln, dibe sedema bêhiqûqîtiyên din ên li welat. Koçyîgît bal kişand ser biryara DMME'yê jî û got, ev tê wateya di şexsê Ocalan de pişta xwe daye gelê kurd.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî pêşnûmeya efûyê got: “Wekîlên me girtî ne, bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne. Di demek ev hemû tişt li pêşiya me ne û hevala me Leyla Guven girtî ne dê Meclîs çawa pêşnûmeya efûyê bixe rojeva xwe. Em bi matmayî lê temaşe dikin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan têkildarî binpêkirina li girtîgehan daxuyanî da û got: “Girtîgehên Tirkiyeyê ji rewşa girtîgehan derketine. Ev girtîgeh veguherîne kampên Nazî. Girankirina tecrîdkirina Îmraliyê zextên li ser girtiyan zêde dike.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di civîna meclîsa jinan a HDP'ê de diyar kir ku beriya hilbijartina herêmî pêdivî bi tifaqa jinan heye. Buldan, bal kişand ser xebatên qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP’ê hatinek kirin û wiha got: “Em dê van qeyûman bişînin Qiraatxaneya Erdogan."
Nivîskarê rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, di quncikê xwe de bal kişand ser gera Erdogan a DYA û Almanya. Aktaş diyar kir ku Erdogan dişta hevî dikir bi dest nexist û pişt stuyê xwe xwirand û vegeriya ye.