Hesabên Amerîka û Rûsya Şerê Sûriyeyê kûrtir dike
- analîz
- 12:13 30/11/2019
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji Adara 2011'an ve didome, bi êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku Amerîka û Rûsya di pevçûnên xwe yên berjewnediyan de wê bi kar tînin, kûrtir bû. Amerîka dixwaze li ser qadên petrolê û Rûsya jî dixwaze li ser navendên enerjiyê serwer bibe. Reveberiya Xweser û QSD ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe didin jî ji bo parastina pergala ku ava kirine, bi gelek welatên Ewropayê re di nav têkiliyê de ne.