Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne

  • rojane
  • 10:52 27 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Li rexekî dibêjin aştî li rexa din jî sivîlan qetil dikin û nexweşxaneyan bombebaran dikin. Pêvajoyeke durû tê meşandin. Divê her kes dengê xwe derxîne.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di êrişên heta niha de 17 kes hatin qetilkirin û 48 kes jî birîndar bûn. Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta tirk bi balafirên şer û topan 685 êriş pêk anîn. 
 
Nûnerên jin ên partiyên sosyalîst bertek nîşanî êrişan dan. 
 
‘ÎKTÎDAR DURÛTIYÊ DIKE’
 
Endama Lijneya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce dewleta tirk bi hinceta çalakiya li Enqereyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û ev tişt anî ziman: “Îktîdar, êrişên li Filistînê şermezar dike lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan qetil dike. Ev durûtî ye. Bombebarankirina cihên gel û nexweşxaneyan nayê qebûlkirin. Daxwaza me aştiyeke birûmet e û ji bo vê divê gavên şênber bên avêtin. Bi pêvajoya bi silavdayina Bahçelî dest pê kirî re em nizanin îktîdar amadekariyeke çawa dike. Hewl didin hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji hev parçe bikin. Weke SODAP’ê em ji Tevgera Azadiyê ya Kurd bibawerin. Em dixwazin di aştiyeke birûmet de xwedî roleke çalak bin. Aştî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pêwîst e. Ji ber êşa krîza heyî kedkar û karker dikişînin. Divê em ji bo vê bi hev re têbikoşin.” 
 
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN DIKARE RÊ LI BER BIGIRE’ 
 
Înce, diyar kir ku hemû hevsengiyên li Rojhilata Navîn serûbin bûne û wiha pê de çû: “Her aktorek dixwaze ji xwe re cih bigire. Ev şerê hêzên emperyalîst dane desptêkirin, ne ji bo xêra gelan e. Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî eleqeya xwe bi vê ve heye. Dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurd zeîf bikin. Ji bo pêşîlêgirtina van êrişan divê gelên me têkoşîneke hevpar bimeşînin. Ji bo daxwaz û gavên şênber divê hêzên sosyalîst jî bikevin nava hewldanên mezin. Divê em bi hev re têkoşînê mezin bikin.”
 
BERXWEDÊRÎYA GELÊ KURD A LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ 
 
Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî têkildarî nîqaşên ser pirsgirêka kurd ên di demên dawî de û ev tişt anî ziman: “Îktîdara siyasî û mekanîzmayên dewletê hewl didin berxwedêriya gelê kurd a li dijî mêtingeriyê qels bikin. Bi vî awayî tev li şerê herêmî dibe. Naxwazin dînamîkên şoreşger ên Kurdistanê li pêşiya wan bibin astengî. Ev pêvajo lewma dan destpêkirin. Divê rewatiya têkoşîna gelê kurd a li dijî polîtîkayên şer ên dewletê bêhtir were vegotin. Gelê kurd çawa bixwaze dê qedera xwe bi xwe wisa diyar bike. Em sosyalîst dê her tim bi vî mafê gelê kurd re bin. Di vê mijarê de çi pêvajo bên destpêkirin jî dê ev bi saya rêbertiya gelê kurd û tevgera azadiyê ya kurd pêş bikevin. Weke sosyalîstan em jî dê piştgiriya xwe ya enternasyonalîst bidomînin.” 
 
Taşçi, ji bo êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wiha got: “Balkêş e tavilê piştî nîqaşên pêvajoya nû dest bi êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev demekî dirêj e hewl didin hesaba têkbirina DAIŞ’ê bipirsin. Vê yekê eleqeya xwe bi polîtîkayên ewlehiyê û yên şerê li hundir re nîne. Ji ber ku li aliyekê hewl dide bi şer û pevçûnan li dijî şoreşgerên kurd suîqestan bike, li hêla din jî sivîlan dikuje. Dixwazin li her çar parçeyan têkoşîna azadiyê ya kurdan dorpêç bikin. Ev êriş, parçeyeke ‘Plana têkbirinê ye’ Muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd, Abdullah Ocalan e. Li gorî me, daxwazên gelê kurd dikare li gorî tesawûra wî bên çareserkirin. Hêza xwe ji tecrûbeya xwe ya şoreşgerî, piştgiriya gelê kurd û tevgera bûyî gel digire.” 
 
‘SIVÎL TÊN KUŞTIN’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû jî têkildarî geşedanên dawî ev nirxandin kir: “Balkêş e ku Bahçelî têkildarî pirsgirêka kurd diaxive. Lewma divê mirov hişyarî nêz bibe. Li rexekî ji bo pêvajoya qala gavan tê kirin li rexa din jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan dikujin. Ev yek nakokî ye. Hinek pêşgavên pêvajoyên aştî û çareseriyê hene. Lê tu pêşşert neketin meriyetê. Li rexekî siyasetmedarên kurd girtî ne, girtin didomin, operasyon didomin. Xuyaye ku burokratan tu amadekarî nekirine. Ji ewil divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û her kes li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe derxîne. Li rexekê ji bo zarokên Filistînê digirîn lê li rexa din ji bo qetilkirina zarokan û bombebarankirina nexweşxaneyan dengê xwe nakin. Ev yek nîşan dide ku pêvajoyeke durû dimeşînin. Li gorî vê divê her kes dengê xwe derxîne.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê sulha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye