ENQERE - Endamê Meclisa Giştî ya HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku yek ji sedema têkçûna pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd ên heta niha jî dûrmayina muxalefetê bû û wiha got: "Wer in em bi hev re qadên azadiyê ava bikin.”
Endamê Meclisa Giştî ya Kongeya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Stenbolê Cengîz Çîçek, têkildarî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a piştî hevdîtina dawî û kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” ya HDK’ê axivî. Çîçek, diyar kir ku wan li gorî geşedanên li Rojhilata Navîn rû didin kampanyaya xwe daye destpêkirin.
Çîçek, anî ziman ku aştî sedema hebûna HDK’ê ye û wiha got: “Yek ji hedefa me ya esasî ya ji vê kampanyayê ew e ku li dijî polîtîkayên îktîdaran ên dabeşkirinê û şer, helwestekî aştiyane pêş bixin. Armanc ne tenê milyonek îmze ye. Em dixwazin zemîna aştiyê xurt bikin. Em dixwazin guhertinan jî bidin kirin. Bi kampanyaya îmzeyan re em dixwazin têkoşîna birêxistinkirinê bidin destpêkirin û xwe bigihînin milyonan kesan. Di çarçoveya kampanyayê de dê civîn bên lidarxistin û li tax, gund, malan serdan bên kirin. Em ê ne tenê aliyê îmzeyê, aliyê civakî yê aştiyê jî birêxistin bikin. Em bang li her kesî dikin ku bibin kirdeya vê xebatê.”
LI DIJÎ KONSEPTA ŞER ÇARESERÎ YE
Çîçek, got ku kampanyaya aştiyê li dijî konsepta şer weke çareserî dibînin û ev tişt anî ziman: “Li dijî şerê li Rojhilata Navîn, em weke pêşniyara çareseriyê dibînin. Dê di navenda kampanyayê de jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hebe. Daxwaza aştiyê ya gelê Kurd ne ji bo binpêkirina mafên gelên din e. Berevajî vê, ji b parastina mafên wan jî ye. Divê hemû gel, civak, bawerî, kedkar, jin, ciwan û parastvanên hawirdorê bi hev re komara demokratîk ava bikin. Ev mecbûriyeteke. Aştî, bi axaftina ser maseyê nayê. Weke birêz Ocalan dibêje; aştî di nav xwe de veguherîna demokratîk jî divê esas bigire.”
ROLA MUXALEFETÊ
Cengîz Çîçek, anî ziman ku ew encama piştî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê derketî holê girîng dibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Yek ji sedema bingehîn a têkçûna pêvajoyên heta niha, dûrmayîna partî û derdorên muxalîf a ji pêvajoyan bû. Dûrmayin an jî dijberiya wan a di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ne bi wan dide qezenckirin ne jî bi gelan. Girîng e ku niha li dij dernakevin. Divê muxalefet û derdorên siyasî yên cuda jî tev li pêvajoyê bibin. Weke HDK û DEM Partiyê em bang li muxalefetê dikin; ev bangeke. Werin em bi hev re qada xwe ya azadî û aştiyê ava bikn. Werin em bi hev re aştî, refah û azadiya gelên Tirkiye û Kurdistanê heq dikin bi têkoşîneke rêxistinkirî pêk bînin.”
MA / Omer Gungor