NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê li dijî baregehên leşkerî êriş hate kirin. Di êrişê de 3 jê zarok û 2 jî jin bi giştî herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Pakistanê li dijî baregehên leşkerî du êrişên bombeyî hatin kirin. Di êrişê de 3 jê zarok û 2 jî jin bi giştî herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku du wesayîtên bombebarkirî li ber deriyê Qişleya Bannu ya li eyaleta Hayber-Pakhtunkhwa ya Pakistanê hatin teqandin.
Rayedarekê polîsan têkildarî bûyerê got: “Hejmara miriyan niha 3 jê zarok û 2 jî jê jin derket 12 kesan. Di teqînan de herî kêm 20 kes birîndar bûn. Tevahiya kesên jiyana xwe ji dest dane sivîl in. 6 kesên êriş pêk anîn hatin kuştin.”