AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ku her sal dide, îsal da DFG û Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû.
Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ya her sal dide, daxuyaniyek da. Daxuyanî, li avahiya Odeyê hat lidarxistin. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen di daxuyaniyê de got ku di roja me de gefeke mezin li ser azadiyê, serweriya hiqûqê û nirxên demokratîk heye. Ulgen, diyar kir ku hewldanên aştiyê yên li herêmên şer û pevçûnan qesl in û wiha got: “Heta carnan tên krîmînalîzekirin. Lewma divê parastvanên mafan bên xelatkirin û bal bê kişandin ser rewatiya têkoşîna wan. Prof. Dr. Îbrahîm Ozden Kaboglû ku bi sala ye ji bo serweriya hiqûqê û mafên mirovan têdikoşe û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ku têkoşîna azadiya çapemeniyê dimeşîne, hêjayî Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya 2025’an hatin dîtin.”
'SEKNA DFG’Ê YA LI DIJÎ ZEXTAN KRÎTÎK E’
Bi domdarî Ulgen anî ziman ku Kaboglû ji bo têkoşîna edaletê kesayetekî gelek sûdewer bû û got: “DFG jî li herêmê mafên rojnamegeran diparêze û ji bo azadiya xweîfadekirinê û mafê agahîgirtinê yê gel têdikoşe. Sekna wan a li hemberî zextên ser çapemeniyê, ji bo cîbicîkirina hiqûqê xwedî girîngiyeke krîtîke.” Ulgen, bi domdarî spasiya Kabolgû û DFG’ê kir.
XELAT DÊ BI TORENEKÊ BÊN DAYIN
Ulgen, da zanîn ku dê di 15’ê Adarê saet di navbera 12.00-17.00’ê de li Çand Amedê torenekê li dar bixin û xelatan bidin.