NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ku hêzên wan 2 balafirên bêmirov ên dewleta tirk li derdora Bendava Tişrînê xistine.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivên tund dide êrişan. Navenda Ragihandina HSD’ê têkildarî şer û pevçûnên di 24 saetên dawî de qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; HSD’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê berdewam in. HSD’ê, bi domdarî wiha got: “Duh (sêşem) balafirên şer ên artêşa dagirker gelek caran malên karkeran ên li Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn. Di dema bombebarana balafirên şer ên artêşa dagirker de çeteyan li gundewarên bakurê bendavê li dijî nuqteyeke hêzên me êrişek kir. Şervanên me bersiv da û pevçûn derket. Di encamê de hejmareke çeteyan hatin kuştin û birîndarkirin lê hejmara wan nehat zanîn. Di pevçûnan de şervanên me 2 balafirên bêmirov ên çeteyan xistine xwarê û êriş têk birin.
Li eniya Qereqozaqê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên giran, tank, roketavêj û topên hewanan gundên El Tîna, Caada, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan û girên Sêvî û Qereqozaqê topbaran kirin. Zêdetirî 80 top li wan deveran ketin û ziyanên madî li mal û milkên şêniyan bûn.”