• img

    Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî niqaşên li ser gotina "Kurdistan" a li meclîsê diyar kir ku bertekên li dijî "Kurdistan" înkara dîroka meclîsê ye. Bîlgen bertek nîşanî helwesa AKP'iyan jî da û xwest zehmet bikin li Nituka Serokatiya Meclisê mêze bikin. Qet nebin bila tenê li gotinên Erdogan ên borî binerin. Dê peyva Kurdistanê bibînin."

  • img

    Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite

    Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu li ser butçeya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê li Meclisê mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Di butçeyê de bi vekirî hatiye dîtin, hikumet ne ji bo jinan ji bo şer xebitiye." Kerestecîoglu li ser nîqaşên "Kurdistanê" jî axivî û aşkera kir ku tişta ku welat barçe bike ne têgehên erdnîgarî û dîrokê ne, şidet û cudakarî ye.

  • img

    HDP'ê ji bo Cizîr û Silopiyê pêşnûmeya lêkolînê da

    HDP'ê ji bo rûxandin û mirinên li navçeyên Cizîr û Sîlopiyê bên lêkolînkirin, pêşnûme da meclisê.

  • img

    Dijberî Kurdan Lozana duyem!

    Li hêlekê Serokomar Erdogan dixwaze di navbera Yûnanîstan û Tirkiyeyê de "Lozan bê rojanekirin", li hêla din jî li Sûriyeyê li hemberî kurdan amadekariyên Lozaneke nû tên kirin. Akademîsyen Ahmet Ozer geşedan nirxand û got dê ev yek tu encamê nede.

  • img

    Teşkîlata Hevkariya Îslamê: Qudus paytexta Fîlîstîn a di bin dagirkeriyê de ye

    Civîna Bilind a Teşkîlata Hevkariya Îslamê ku bi tevlêbûna 48 welatên îslamê li Stenbolê pêk hat. Civîn bi dawî bû û encama wê bi raya giştî re hat parvekirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku Qudusa Rojhilat paytextê Fîlîstinê hatiye qebûlkirin û bang li Welatên Îslame jî hat kirin ku Rojhilata Qudsê "Paytextê Dewleta Fîlîstên yên di bin dagirkeriyê de" qebûl bikin.

  • img

    Dijberiya 'Kurdistan' derbasî girtekan bû

    Li Meclîsa Tirkiyeyê ji ber ku Parlamenter Osman Baydemîr gotina “Kurdistan” anî ziman di dîroka meclîsê de cara ewil cezayê “Derxistina dembihûrî” danê. Bêtehamuliya wekîlên AKP’ê ya li dijî gotina “Kurdistan” derbasî girtekan bû.

  • img

    Wekîla HDP’ê xwest rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin

    Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku divê rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin û pêşnûme pirs da Meclisê.

  • img

    Peyva 'Kurdistan' wekîlên AKP'ê aciz kir

    Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, di hevdîtinên butçeyê yên Meclisê de axivî û gotina "Kurdistanê" anî ziman, vê axaftinê wekîlên AKP'ê û Wekîla Serokê TBMM'ê Ayşenur Bahçepanili aciz kir.

  • img

    'Heta rola Ocalan a li Rojhilata Navîn neyê dîtin dê aştî pêk neyê'

    Mahmut Tugrul ê HDP'î aşkera kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka kurdan, pirsgirêka hemû gelan e û wiha got: "Ew kesên li Rojhilata Navîn rola Ocalan nebînin û bêjin ku 'Ez ê polîtîkayê bikim' dê tu carî aştiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk neynin."

  • img

    Lord Glasman: Têkoşîna li Rojavayê mûcîzeya serdema me ye

    Lord Maurice Glasmanê îngilîz got ku siyaseta îngilîzan a der barê Rojhilata Navîn de ew e ku ‘Sykes-Picot’ê biparêzin. Her wiha Glasman, têkoşîn û afirandinên li Rojavyê jî wek "mûcîzeya serdema me" wesifandin.

  • img

    Qeyûm çawa hatin dê wisa biçin

    Piştî DBP'ê rapora qeyûman aşkera kir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di kursiyê serbest de axivî û got ku "Qeyûm çawa hatine dê wisa biçin." Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî ev tişt got: "Em ê pêvajoya ji derveyê hiqûqê veguherînin derfetê."

  • img

    DBP'ê rapora qeyûmê aşkere kir: AKP kurdên bêrêveber dixwaze

    DBP'ê rapora qeyûman aşkere kir û diyar kir ku ji 102 şaredariyên wan jê 94 şaredarî qeyûm hatin tayînkirin. Hevserokê GişTî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku helwesta AKP'ê ewe ku dibêje li Tirkiye kurd hene, lê nikare xwe birêve bibe ye.

  • img

    Siyasetmedara Firansî Rojava cihê jînkirina xeyalan e

    Endama Partiya Çep a Fransayê Corinne Morel Darleux, diyar kir ku Rojava qada ku hemû tevgerên sosyalîst lê xeyalên xwe bi ruh dikin e û wiha got: "Hêzên rojava dema pêdiviyên wan çê dibin li cem kurdan cih digirin."

  • img

    8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin

    Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), dê 8’emîn Lijneya xwe ya Giştî di 17’ê Kanûnê roja Yekşemê li Enqerê li dar bixe.

  • img

    Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne

    Endamê Partiya Karkeran a Îngîltereye Jannette Arnold ku 30 salin siyasetê dike û 30 salin tê Tirkiye û diçe Îngîltereyê çavderiyên xwe yên li sir siyaseta Tirkiye vegot. Arnold, anî ziman ku hemû rêberên otokratik bi sînor in û wiha got: "Tirkiye ber bi faşîzmê ve diçe. Em dê van çavdêriyên xwe li Îngîltere parve bikin. Em dê her dem bi HDP'ê û partiyên din ên muxalif re bidin û bistînin."

LÊGERÎN