'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
- polîtîka
- 13:10 27/11/2024
Parlamenterên DEM Partiyê di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de dovîzên “Jin, Jiyan, Azadî” danîn ser maseyên xwe.
Parlamenterên DEM Partiyê di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de dovîzên “Jin, Jiyan, Azadî” danîn ser maseyên xwe.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç diyar kir ku ew serlêdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dinirxînin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û wiha got: “Heke li ser zemîna mutabeqeta civakî be, em jî li gel in.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî tayînkirina qeyûman rexne li îktîdara AKP-MHP’ê kir û wiha got: “Hewza vala nîşanî me didin û dibêjin 'li vir soberiyê bikin.’ Di hewza vala de soberî nayê kirin.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, got: “Em bangawaziya xwe ya ji bo di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî bên danîn bi biryardarî dubare dikin.”
DEM Partiyê pêşniyar kir ku di balafiran de xizmeta bi kurdî were dayin û ev pêşniyar bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Levent Tuzel diyar kir ku pirsgirêka kurd dikare bi sererastkirinên qanûnî çareser bibe û wiha got: “Divê gelên Tirkiyeyê bi destên hev bigirin û xwe ji vê pergalê xelas bikin.”
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bal kişand ser Îmraliyê û li dijî sepanên îktîdarê banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir.
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan li pêşiya şaredariya dorpêçkirî bangî qeyûmê li pişt bariyeran kir û got: “Diyar e bê ka em ji ku ne. Ez ji Aramliyê me, Şaredar Saniye ji Karataşê ye. Hemû endamên me yên meclisê ji Xelfetiyê ne. Qeyûm, tu ji ku yî?”
9 Partiyên li Meclisê bi daxwaza rakirina qanûna qeyûm cuda cuda pêşniyarqanûn dan.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan daxuyaniya hevpar didin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî serdana YRP’ê de axivî û diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn jî sûdewer be. Serokê Giştî yê YRP’ê Fatîh Erbekan jî got ku divê pêvajo neveşarî lê bi eşkereyî bê birêvebirin.
Welatiyên tevî Hevşaredarên Dêrsimê beşdarî nobetê bûn, wiha gotin: “Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê.”
Endamên MYK’a DEM Partiyê bi mebesta nîqaşkirina stratejiyên nû yên têkildarî tecrîda li Îmraliyê dê bicive. Yek ji mijarên di rojevê de jî mitîngeke mezin a li dijî qeyûman e.
Li Wanê bi pêşengtiya DBP û DEM Partiyê û di çarçoveya pêngava “Seferberiya xwebirêxistinkirinê” de bi beşdariya sedan partiyiyan civîn hat lidarxistin.