Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
- polîtîka
- 13:05 31/7
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, nîqaşên têkildarî komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin nirxan û wiha got: “Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê.” Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên rovejê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Doganê, şewatên daristanan wek “eko-qirtkirin” pênase kir.