Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e

img
AMED - Ji Komîsyona Rapirsîna Cînayeta Narîn Guran a Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku îdianame awayê qewimîna bûyerê, piştperdeya wê û ji tespîtkirina faîl dûr e û got ku ji bo tespîtkirina faîlên rast dê dozê bişopînin. 
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê îlonê di Rûbarê Egertutmaz ê kîlometreyek û nîv dûrî gund de hate dîtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya têkildarî cînayeta Narîn Guranê de amade kir û ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve jî hate erêkirin. Di îdianameyê de ji bo apê Narîn Guranê yê bi navê Salîm Guran, dayika wê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ên girtî bi sûcê “Bi awayekî hevpar zarok bi qesdî kuştine” cezayê mubbeta girankirî hate xwestin. Danişîna ewil a dozê di 7’ê mijarê de ye. 
 
ÇIMA GUMAN JI ŞEWATÊ NEBIRIN?
 
Dozgeriyê îdianameyeke bi 14 rûpelan amade kiriye lê nehatiye diyarkirin bê ka Narîn çawa hatiye kuştin. Dema bûyer di îdianameyê de tê vegotin, hat destnîşankirin ku 9 roj piştî bûyerê guman ji Salîm Guran hatine birin û ji kekê wê Enes Guran ê weke faîl tê diyarkirin jî 5 roj pişt re cihê leqdana destê wî hatiye ferqkirin. Têkildarî şewata di 24’ê tebaxê de ya li gnd jî wiha hatiye gotin: “ (…), ‘Li herêmê kesên ji malbata Guran hene û dema li şert û mercên hewayî tê nihêrtin, mimkin nîne ku heta mudaxileyeke derve çênebe li wir şewat derkeve (...)” Her çend ev îfadeye hebin jî nehate gotin bê ka derheqê şewatê de raporek hatiye amadekirin an na. 
 
Di îdianameyê de hate gotin ku 9 rojan telefonên malbatê nehatine desteserkirin. Hat diyarkirin ku di 30’ê tebaxê de telefonên endamên malbatê hatine desteserkirin, profîla DNA ya Narînê jî di 31’ê tebaxê de piştî bi yên dayik û bavê wê re dane berhev hatiye girtin. Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku 9 roj piştî bûyerê guman ji mam Salîm Guran hatine birin û piştre di wesayîta wî de lêgerîn hatiye kirin, di 30’ê tebaxê de mînakên DNA’yê yên Narînê ji hêla Laboratuara Cendirmeyan a Wanê ve hatine tespîtkirin û piştre ji bo Salîm Guran biryara binçavkirinê hatiye dayin. 
 
LI RÛBARÊ EGERTUTMAZÊ GUMAN 
 
Hat diyarkirin ku piştî girtina mam Guran, di 4’ê îlonê de di 13 gorên gund de lêgerîn hate kirin. Lê belê nehate vegotin bê ka ev lêgerîn çima hate kirin, bi arastekirina endamên malbatê hate kirin an na ev yek di îdianameyê de nehate vegotin. Di heman demê de di îdianameyê de nehate gotin bê ka komên lêgerîn-rizgarkirinê çima di 8’ê îlonê de cara duyemîn di Rûbarê Egertutmazê de lêgerîn kirin û Narîn çima nehate dîtin. 
 
Bi domdarî di îdianameyê de hate destnîşankirin ku piştî dîtina Narînê, di navbera endamên malbatê de nîqaş derketiye. Xebatên lêgerînê yên di nava 19 rojan de li ser îfadeyên endamên malbatê hatin meşandin û piştî dîtina cenazeyê Narînê, biryar hate dayin ku dîmenên kamereyan ên piştî dîtina cenazeyê nehatibûn lêkolînkirin, bên lêkolînkirin. Di hûrgiliya îfadeyê de wiha tê gotin: “ (…) Di 21’ê tebaxê saet derdora 15:44:43’yan de wesayîteke biguman tê gund, wesayît saet derdora 15:44:43’yan li ser rêya axê ya li nêzî Rûbarê Egertutmazê disekine, li gorî saeta kamerayê 38 deqe û 11 saniyeyan piştre ji derdora Rûbarê Egertutmazê diçe.” Hat gotin ku hatiye tespîtkirin ku xwediyê wesayîtê Nevzat Bahtiyar e. 
 
LÊKOLÎNA KRÎMÎNAL A JI BO XALÎÇEYAN DERENG HATE KIRIN 
 
Hat tespîtkirin ku li gorî rapora Laboratuara Krîmînal a Cendirmeyan a Wanê ya di 16’ê îlonê de, mînakên axê yên di wesayîtên Salîm Guran û Nevzat Bahtiyar dişibin hev. Di tevahiya 19 rojan de biqasî tê xwestin lêkolîn û lêgerîn li gund nehate kirin û îxtîmala ku dibe li malê hatibe kuştin jî 11 roj piştî dîtina cenazeyê hate kirin. Lê belê ji mînakên xalîçe û hwd. ên li mala Narînê jî tu tişt nehatin bidestxistin. 
 
GOTINÊN ENSARÎOGLÛ NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN 
 
Dema şêweyê qewimîna bûyerê di îdianameyê de dihat vegotin, eşkere dibe ku di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de gelek kêmasî hatine kirin û van jî rê li ber gumanan vekir. Balkêş e ku di îdianameyê de têkildarî gotinên Galîp Ensarîoglû ku digot; “Carnan hinek tiştên mirov dizane lê divê mirov nebêje hene. Malbat, dostên me ne. Em naxwazin tiştên ku dê wan jî gelek xemgîn bike bibêjin.” tu lêkolîn an jî lêpirsîn cih negirtin. 
 
Endamê Komîsyona Rapirsîna Cînayeta Narîn Guran a Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr, têkildarî îdianameyê ji ajansa me re axivî. 
 
‘BI ZANEBÛN DELÎL DAN WINDAKIRIN’ 
 
Ozdemîr, da zanîn ku di dema lêpirsîna piştî windabûna Narînê bi sedema qetilkirin û windakirinê hatiye destpêkirin de gelek delîl hatine windakirin. Ozdemîr, diyar kir ku awayê qewimîna bûyerê, piştperdeya wê û faîlê esasî di îdianameyê de cih negirtine û ji tespîtkirina faîlê rasteqîn pir dûr e. Ozdemîr, anî ziman ku di bûyerên windabûnê de her çend ji ewil guman li ser nebin jî di çarçoveya tevdîran de divê malbat tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nebe. Ozdemîr, wiha domand: “Divê pir bi baldarî nêzî agahiyan bibin. Lê dema em li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yê li vir hatine desptêkirin dinihêrin, dibînin ku Salîm Guran, dayika wê, biraê wê û hemû endamên malbatê yên li gund bi giştî tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûne. Tenê tev li nebûne, dibînin ku ji hêla arastekirinê ve jî agahî dane. Di dema xebatên lêgerînê de ji hêla cih û dem ve agahiyên xelet bi hêzên ewlekariyê re parve kirine, lewma jî hewl dane xebatên lêgerînê bêencam bihêlin. Di pêvajoya lêpirsînê de di bûyera windakirina delîlan de xemsarî hene. Em dibînin ku faîlên esas ên Narînê, şêweyê qetilkirina wê û di lêpirsîna têkildarî bûyerê de tê dîtin ku hêzên ewlekariyê sersar tevgeriyane. Di nava 19 rojan de xerabiyeke rêxistinkirî hatiye kirin û tevahiya delîlan bi zanebûn hatine tunekirin.” 
 
‘BI VÊ DARIZANDINÊ FAÎLÊN RAST NAYÊN DÎTIN’ 
 
Ozdemîr, bal kişand ser kêmasiyên ji roja Narîn winda bûyî heta roja dîtina wê û wiha got: “Beriya cenazeyê Narînê were dîtin, hêzên ewlekariyê jê haydar bûn ku hatiye qetilkirin. Di qonaxa piştre de derbasî pêvajoya komkirina delîlan û ji bo tespîtkirina gumanbarên ku dibe faîl bin. Diviyabû delîl û tespîtkirina gumanbaran ji roja ewil ve bihatina kirin. Diviyabû tevahiya xemsariyên ku pêvajoya lêpirsînê têk bibin ji holê bihatina rakirin. Lê belê ji bo diyar nebe ka faîlê esasî yê Narînê kî ye, şêweyê kuştina wê, kesê/a ew kuştî, rêbaza kuştina wê an jî sedema kuştina wê diyar nebin, bi zanebûn delîl hatine tunekirin. Divê ev pêvajoya darazê, bi sûcê ‘li dijî zarokeke ku nikare xwe biparêze bi awayekî komî sûcê kuştinê kirine’ bên darizandin. Lê belê li vir pozîsyona faîlê muşterek heye lê pêvajoyeke ji tespîtkirina faîl dûr heye.” 
 
DÊ BAV GURAN WEKE GILÎKER TÊ DE CIH BIGIRE 
 
Ozdemîr, da zanîn ku bi pêvajoya dozê re 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar da ku bav Arîf Guran weke gilîker were qeydkirin. Ozdemîr, wiha domand: “Roja bûyer qewimî, Arîf Guran li Êlihê bû. Li derveyî bajar bû lê piştî dîtina cenazeyê Narînê, li gel ku bûyer raste rast dizanî jî agahiyên pêwîst nedan meqamên lêpirsînê. Her wiha di mijara veşartina delîlan, tunekirina wan û windakirina wan de derheqê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di mijara qetilkirina Narînê de kiryareke wî ya yekser tune ye lê di mijara windakirina delîlan de rol û berpirsyartiya wî heye. Lewma jî cihgirtina wî ya di dozê de weke gilîker, dijî hiqûqê ye. Li gorî me ev yek dê ji bo tespîtkirina faîlê Narînê bibe astengiyeke mezin.” 
 
‘DARIZANDINEKE JI TESPÎTKIRINÊ DÛR E’ 
 
Ozdemîr, daxuyand ku tevahiya delîlên derheqê mirina Narînê de ji hêla endamên malbatê û gumanbarên di dosyayê de cih digirin ve hatine tunekirin. Ozdemîr, wiha got: “Bi vê pêvajoya darizandinê re dê faîl neyê tespîtkirin, ji vê dûr e.” 
 
SERLÊDANA SÛC
 
Ozdemîr, da zanîn ku wan derheqê hêzên ewlekariyê yên di pêvajoya 19 rojên lêgerînê de pêşî li tespîtkirina faîlan girtin, yên peywirên xwe pêk ne anîn û pêvajoya lêpirsînê astengkirin de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirine. Ozdemîr, wiha bi dawî kir: “Em pêvajoya lêpirsînê dişopînin. Danişîna ewil a dozê dê di 7’ê mijdarê de bê lidarxistin. Li gel danişîna ewil a 4 bersûc jê girtî ne, her wiha 8 kesên din jî girtî ne. Pêvajoya lêkolînê didome. Meqamên lêpirsînê ji niha û şûnde jî dikarin gelek gumanbaran tespît bikin. Em ê tev li danişîna di 7’ê mijdarê de bibin. Ji bo faîl bên tespîtkirin û cezayên herî giran lê bên birîn, em ê pêvajoya darizandinê ji nêz ve bişopînin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin