ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol ku du caran xwîn çûbû ser mejiyê wî û 2 caran hate emeliyatkirin û hatibû entubekirin, ji bo kontrolkirina refleksên wî dê îro di nava rojê de bê hişyarkirin.
Di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê Aykol û 2 caran hate emeliyatkirin. Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte di roja 4’an de didome. Aykol, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê tê ragirtin, hatiye entubekirin û hat zanîn ku ji bo kontrolkirina refleksên wî di nava rojê de were hişyarkirin.
Serdanên ji bo Aykol jî berdewam in. Wekîla DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û Hevserokên DFG’ê Kesîra Onel û Selman Çîçek û endamên DFG’ê çûn serdanê.