AMED – Şînên ji bo Muhîttîn Kaya yê HPG’î, Hîcran Koçer a YJA Star’î û Yûsûf Guncel ê YPS’î ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hatibûn danîn bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Şîna ku ji bo Hîcran Koçer (Besê) a YJA Star’î, Muhîttîn Kaya (Zagros Cîlo) yê HPG’î û Yûsûf Guncel (Ferhat Amed) ê YPS’î hatibûn danîn, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) bi girseyî hate ziyaretkirin.
Di destpêkê de şîna Hîcran Koçer û Muhîttîn Kaya ya ku li Mala Şînê ya Omerlî hatibû danîn, hat ziyaretkirin. Girse bi dirûşma “şehîd namirin” ve ber bi mala şînê meşiya. Piştî merasîma rêzgirtinê Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktek Ari axivî. Gurbet Sevîktek Ari sersaxî ji malbatê re xwest û anî ziman ku dê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, got: “Em ê têkoşîna wan bidomînin. Bila hemû gelê me bi ciwan û jinan vî barî hilgirin. Em ê xeyalên wan pêk bînin. Xeyal û têkoşîna wan têkoşîna me ye.”
Piştre girseyê, serdana şîna Yûsûf Guncel a li Mala Şînê ya Odabaşi ya li navçeya Rezan a Amedê kir. Piştî merasîma rêzgirtinê, Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz got: “Ez di şexsê Ferhat Amed de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînim. Bi saya wan îro serê me bilind e.”
‘EM BI ŞEHÎDÊN XWE BIRÛMET IN’
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ev tişt got: “Ez pekrawanên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Em bi şehîdên xwe ve serbilind in. Em heta azadiya gelê xwe û ya Rêber Apo mîsoger bikin emê têbikoşin. Em ê bi yekitî û bi xwedîderketinê ve bi serkevin.”
Piştî axaftinan, bi xwedina duayan serdana şînê bi dawî bû.