NAVENDA NÛÇEYAN - Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim ku birayê Mehmet Saît Yildirim e, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Birayê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Saît Yildirim, welatparêz Kurd Hasan Yildirim, îro li navçeya Dara Hênê ya Çewligê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yildirim, li gundê jê dayik bûyî li Qerxebazarê yê navçeya Kanîreş a Çewligê hate definkirin.
Malbata Yildirim, li gundê Qerxebazarê şîn danî.
HASAN YILDIRIM KÎ YE?
Hasan Yildirim, di sala 1960’ê de li gundê Qerxebazarê yê navçeya Kanîreş a Çewligê ji dayik bû. Malbata Yildirim, di Serhildana Şêx Seîd de cih girt û kalê wî li Deriyê Çiyê hat daliqandin. Gelek endamên malbatê jî di serhildanê de jiyana xwe ji dest dan. Birayê Yildirim, Mehmet Saît Yildirim yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê ye. Hasan Yildirim, dema li Beşa Ragihandinê ya Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê qezenc kir. Li wir kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û hevalên wan nas kir. Piştre jî Beşa Ingilîzî ya Zanîngeha Dîcleyê xwend. Di 12’ê Îlonê de hate girtin, îşkenceyên giran lê hatin kirin û ji mamostetiyê hat dûrxistin. Di sala 90’î de bi efûyê re dîsa dibe mamoste û li gorî rêzê li bajarên Edene, Agirî û Amedê mamostetiyê dike.
Di sala 94’an de birayê wî Mehmet Saît Yildirim hat girtin, piştre birayê wî yê biçûk Selîm Yildirim tê girtin. Hasan Yildirim, bi salan di kar û xebatên sendîka û saziya ziman KURDÎ-DER’ê de cih girt. Kurê Hasan Yildirim û biraziyê wî jî tev li refên PKK’ê dibin. Biraziyê wî Mazlum Hayrî (Mahîr Piling) di sala 2014’an de li Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Hasan Yildirim, îro li navçeya Dara Hênê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.