RIHA - Ji bo Arslan Kutlu û Okkeş Akbalik ên ku mirina wan hate ragihandin, li navçeya Pirsûsê şîn hatin danîn.
Ji bo Arslan Kutlu (Çiyager Amara) ku di berxwedana Bendava Tişrînê ya ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabû û Okkeş Akbalik (Zemanî Sûrûç) ê ku li Herêma Metîna ya girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Pirsûs a Rihayê şîn hatin danîn.
Ji bo Kutlu ku di 26’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû, li mala malbata wî ya li taxa Cinnikê şîn hate danîn.
Şîna Akbalik ê ku di 25’ê Gulana 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû jî li mala şînê ya li taxa Mizevleyê şîn hat danîn.
Serdanên ji bo şînan didomin.