Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?

  • jin
  • 09:06 17 Cotmeh 2025
  • |
img
WAN - Jinên TJA'yî diyar kirin ku ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê ku bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, divê pirsên wekî "ATK hewl dide çi biparêze? Rektor çi vedişêre?" demildest bên bersivandin.
 
Salek di ser mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaişê re derbas bû. Piştî ku di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha xwe ya li Wanê derket, careke din venegeriya. Di dema lêgerînê de, cenazeyê Rojîn Kabaîşê di 15'ê Cotmeha 2024'an de li taxa Mollakasimê li peravên Gola Wanê hat dîtin. Dosyaya ku di çarçoveya lêpirsînkirina bûyerê de hat vekirin, di bin biryara nepenîtiyê de ye. Raporên ku ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatine amadekirin jî çend meh şûnde hatin aşkerakirin. 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê bûyerê de destnîşan kirin ku divê pirsên der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de werin bersivandin.
 
Aynur Saricayê diyar kir ku di doza Rojîn Kabaîşê de hîn encamek nehatiye girtin û got ku bûyer bi hinceta "xwekuştinê" tê veşartin û hewl tê dayîn bê jibîrkirin. Aynûr Saricayê got: "Bi rastî, sûcek aşkera hebû. Û bi polîtîkayên bêcezatiyê, bi kuştinên gumanbar sûcdar li kolanan jinan hedef digirin. Bi polîtîkayên bêcezatiyê, kuştinên jinan hîn jî zêde dibin. Me gelek caran hewl da ku li kolanan, di xwepêşandanan de, di hevpeyvînan de û bi rêya çapemeniyê aşkera bikin ku Rojînê xwe nekuştiye, ew hatiye kuştin. Rapora dawî ya ATK'ê careke din îspat kir ku em rast bûn û ev cînayet bû."
 
Aynur Saricayê bilêv kir ku malbat ji roja windabûna Rojînê ve daxwaza lêpirsînê dike û got: "ATK û 'hin kes', 'hin kesan' diparêzin. Ev polîtîkayên parastinê heta niha di hemû kuştinên jinan ên gumanbar de hatine bicîhkirin. ATK li vir hewl dide çi biparêze? Çima hewl didin vî sûcî veşêrin? Kî li pişt wê ye? Divê bersiva van pirsan tavilê were dayîn. Ji ber ku rapora otopsiyê ya li ser cenazeyek ku demek dirêj li Gola Wanê hatiye hiştin divê zelal û rast be. Sûcdar(ên) tên parastin, ji bo xwe hincetan çêdikin û hewl didin raya giştî, jin û ciwanan bêdeng bikin. Em dubare dikin ku Rojînê xwe nekuştiye; ew hatiye kuştin. Divê sûcdar werin darizandin û dosyeya dozê ji malbat, parêzer û raya giştî neyê veşartin. Divê kuştina Rojîn Kabaîşê tavilê were zelalkirin." 
 
Oznur Evînê jî diyar kir ku raporên dawî yên ATK'ê cewhera rastîn a bûyerê eşkere kirine, hebûna nimûneyên DNA'yê yên du mêran di laşê Rojînê de destnîşan kir. Oznûr Evînê bal kişand ser ixtîmala zêdebûna êrişa zayendî û got: "Divê ATK û dezgehên din ên bicîhanîna qanûnê raya giştî li ser çarenûsa Rojînê agahdar bikin. Divê ew demildest sûcdaran jî bînin ber dadgehê. Em ê heta ku edalet pêk were li qadan bin. Piştî rapora ATK'ê me çalakiyên xwe zêde kirine. Ronîkirina vê bûyerê û cezakirina berpirsiyaran dê raya giştî rihet bike." 
 
Zeynep Dûrmazê jî got: "Hevalên polê yên Rojînê bi rojan e çalakiyan dikin. Divê rektor tavilê guh bide daxwazên xwendekaran û bersiva pirsên wan bide. Em ji rektor dixwazin n ku rave bike ka çima vê bûyerê vedişêre, kê diparêze û çi vedişêre."