WAN - Endamê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç ku di otopsiya Rojîn Kabaîşê de cih girtibû, got: “Ji destpêka bûyerê ve kêmasiyên di pêvajoya vekolînê de mixabin pêvajo zehmet xist.”
Xwendekara pola 1’emîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş (21), di 27’ê Îlona 2024’an de ji Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî derket û 18 roj piştre cenazeyê wê li qeraxê gundê Mollakasimê hate dîtin. Agahiyên têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de derketin, gumana cînayetê her ku diçe xurtir dike. Biryara nepeniyê ya li ser dosyayê didome. Saziya Tipa Edlî (ATK) jî salek piştre aşkera kir ka 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine dîtin li ku dera bedena wê hatine tespîtkirin. ATK’ê ragihand ku DNA’yek li ser sing û ya din jî di vajînayê de hatiye tespîtkirin. Vê jî îxtîmala ku êrişa zayendî hatibe kirin zêde kir.
AGAIYA KU NÊZÎ SALEKE NEHAT PARVEKIRIN
Cenazeyê Rojîn Kabaîşê ji bo pêşotopsiyê şandin ATK’ê. Lêbelê tevî gumana raya giştî ya ku Rojîn Kabaîş di encama cînayetê de hatibe qetilkirin jî dozger nehişt rêxistinên civaka sivîl tev li otopsiyê bibin. Numuneyên li ser cenazeyê hatin girtin ji ATK’a Stenbolê re re hatin şandin û wê jî rapora “di avê de xeniqiye” amade kir. Lêbelê di raporê de nehate aşkerakirin ka çawa di avê de xeniqî ye. Di raporê de hate destnîşankirin ku DNA’yên du zilaman li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin û vê jî gumana cînayetê zêde kir. Lêbelê nehate aşkerakirin ka DNA li ser ku dera bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin. Ev agahî nêzî salekê nehat aşkerakirin û piştî zexta raya giştî ev agahî ji dozger re hate şandin. Di agahiyên hatine şandin de hate destnîşankirin ku DNA’yek li ser sing û yek jî di vajînayê de hatiye tespîtkirin. Vê agahiyê jî îxtîmala cînayetê û êrişa zayendî zêde kir.
'PÊVAJOYÊ RÊ LI BER BERTEKAN VEKIR’
Endamê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê bijîşk Huseyîn Yavîç da zanîn ku li ser daxwaza malbata Kabaîş û Baroya Wanê tev li otopsiyê bûye û got: “Mirina Rojînê û pêvajo piştre rê li ber bertekan vekir. Negirtina tevdîrên ewlehiyê ya zanîngehê gelek hat nîqaşkirin. Bi taybet jî piştî Rojîn winda bûyî demekî dirêj zanîngehê dengê xwe nekir. Piştî berteka raya giştî hestiyariyek ava bû.”
'OTOPSÎ DI ŞERTÊN ÎDAEAL DE NEHATE KIRIN’
Yavîç, destnîşan kir ku cenaze 18 rojan di Gola Wanê de mabû lewma hinek xera bûbû û got: “Gelek hêmayên ku dikariyan ji gelek aliyan ve bihatina tespîtkirin, mixabin ji ber deformebûna hinek cihên cenazeyê di şertên îdeal de nehate kirin. Di pêşotopsiyê de sedema mirinê weke ‘xeniqî ye’ hate destnîşankirin. Piştre jî ATK’ê aşkera kir ku li ser cenazeyê 2 DNA hatine tespîtkirin. Lê demekî dirêj agahî nehat parvekirin ka ev DNA li ser ku dera Rojînê hatine tespîtkirin. Vê helwesta ATK’ê di nava civakê de rê li ber înfîalê vekir. Diviyabû ev pêvajo pir hesastir bihata meşandin. Mixabin di mijarên cînayetên jinan de xemsariyeke wiha ya dewlet û saziyên wê heye. Di otopsiyê de hinek hêmayên ne rê li ber mirinê vekin hatin dîtin. Weke mînak, li cihên cuda yên bedena wê di bin çermê wê de xwînîbûn hate tespîtkirin.”
'HEWCE BÛ TESTA DÎATOMÊ BIHATA KIRIN’
Yavîç, anî ziman ku diviyabû “Testa Dîatomê” bihata kirin û wiha domand: “Nekirina vê testê kêmasî ye. Di vê testê de, bi rêya zindiyên mîkroskobîk ên di avê de, mînakên şaneyên bedenê û mînakên ava tê de xeniqiye didin ber hev. Ev test sedî bi sed encamê nade lê dema li gel hêmayên din tê nirxandin carnan encamên erênî dide. Ez dikarim nekirina vê testê weke kêmasiyeke di pêvajoya otopsiyê ya ATK’ê de binirxînim. Kêmasiyeke di pêvajoya otopsiyê de ye. Ji ber ku hatibû gotin ku mirin di ava Gola Wanê de çêbûye. Her çend ji sedî sed encamê nede jî, dema li gel hêmayên din ên tehqîqeta edlî tê nirxandin, diviyabû bihata kirin. ATK di vê mijarê de kete nava kêmasiyê. Pêdivî heye ku tehqîqeta edlî ya pêvajoyê were kûrkirin. Divê pêvajo bi derdorên cuda yên civakê û saziyan re bê parvekirin.”
'HER KU PÊVAJO DIRÊJ DIBE FIKAR ZÊDE DIBIN’
Yavîç, bi lêv kir ku pêvajo li ser senaryoya “întîharê” hatiye meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Otopsî di şert û mercên îdeal de nehate kirin û vê jî qenaeteke ku hinek hêma nayên bidestxistin ava kir. bi rastî jî divê ev pêvojo ji gelek aliyan ve were destgirtin. Hewceye bertekên xwendekaran û saziyan asayî xwezayî bên dîtin. Pêvajo şefaf nayê meşandin û ev jî rastiyan serûbin dike. Li hêla din aşkerakirina 2 DNA’yan ne pêvajoyeke hêsan e. Heke DNA’yên xwediyên van DNA’yan di demên berê de ji ber bûyereke krîmînal hatibin girtin an jî heke weke ‘gumanbar’ mînakên DNA’yên wan bên girtin dikarin bên tespîtkirin. Di vir de tişta divê were kirin ew e ku xelek were tengkirin û ji gumanbaran mînakên xwînê bên girtin. Nexwe mimkûn nîne ji her kesên li Wanê mînakên xwînê bên girtin. Pêvajoya ji vir şûnde hêsan nîne. Ji ber ku ji destpêkê heta niha di pêvajoya vekolînê de kêmasî hene û mixabin vê jî pêvajo zehmet kir. Bi kûrkirina vekolînê re dikare hinek encam bên bidestxistin. Her ku pêvajo dirêj dibe, pirs û fikarên civakê jî zêde dibin.”
MA / Ceylan Şahînlî