AMED - Endamên TJA, DEM Partî û Platforma Şiyar Be ku ji bo meşa girseyî ya ku dê di 14'ê Kanûnê de li Licê were lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin, gotin ku beşdarbûna meşê dê bersiveke xurt li dijî polîtîkayên şerê taybet be.
Li navçeya Licê ya Amedê, di 14'ê Kanûnê saet 13:00'an de dê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma "Em li dijî tiryak, fihûş û polîtîkayên şerê taybet dimeşin" ji ketina Licê heta navenda bajêr dê meşek bê lidarxistin. Meş ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û endamên TJA'yê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Platforma Şiyar Be jî dê beşdar bibin, her kes hat vexwendin.
Aktivîsta TJA'yê Bahar Pekerê got: "Em bang li hemû xelkê Licê dikin, ji 7'an heta 70 saliyan ku di pêşengiya vê meşê de bin." Bahar Pekerê diyar kir ku divê xelkê Licê nerazîbûna xwe ya li dijî fihûş û tiryakê nîşan bidin û got: "Werin em hemû destên xwe bidin hev û beşdarî meşê bibin. Wekî ku hûn dizanin, di demên dawî de, ne tenê li Licê, lê li seranserê Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet li dijî jin, ciwan û zarokan tên meşandin. Ev meş li dijî van polîtîkayên şerê taybet girîng e. Em ê van hewldan û meşan li Licê dest pê bikin û li hemû navçeyên xwe bixin meriyetê."
Hevberdevkê Platforma Şiyar Be! Mûrat Kan diyar kir ku meşa li Licê armanc dike ku hişmendiya raya giştî li dijî polîtîkayên şerê taybet bilind bike û got: "Bi taybetî di demên dawî de, hebûna tiryakê û fihûşê li herêma Kurdan, di serî de li Licê, lîstikên ku li ser ciwan û jinan tên lîstin nîşan dide. Em vê meşê wekî parastineke civakî li dijî pratîkên ku yekîtiya civakî parçe dikin û civakê li herêma Kurdan ji hev dûr dixin, li dar dixin. Armanca sereke li vir afirandina hişmendiya civakî ye. Ji ber vê sedemê, em hemû kesan vedixwînin meşa ku dê di 14'ê Kanûnê de pêk were."
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku hilbijartina Licê ji bo sepandina polîtîkayên şerê taybet ne tiştekî asayî ye û got: "Gelê Licê yê ku bi salan e têdikoşe, dê li dijî vê qirêjiyê jî têbikoşe. Bi vê meşê em ê bersiveke pir tund bidin tiryak û fihûşê. Di vê çarçoveyê de, di 14'ê Kanûnê de saet di 13:00'an de bi beşdariya Hevserokê me, rayedarên herêmî û hemû saziyên me meşek wê çêbibe. Em hemû welatiyên navçeyê bi tevahî vedixwînin meşê. Werin em bi hev re li Licê bimeşin da ku civakeke demokratîk biafirînin."
MA / Heval Onkol
