AMED - Derhênerê fîlman Mîral Kilo yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi fîlma xwe ya "Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû" bal kişand ser koçberiya Kurdan a li Efrînê û got: "Werin em têbikoşin da ku Efrîn, bajarê şaxê zeytûnê, bibe sembola aştiyê, bibe bajarê aştiyê."
3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku ji hêla Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîr ve di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed de tê lidarxistin, bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê hev" berdewam dike. Fîlmên ku li ser koçberî û sirgûnkirina bi darê zorê ya Kurdan disekinin, bi taybetî di festîvalê de balkêş in. Di nav fîlmên beşdar de "Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû"heye ku çîroka koçberbûna malbatekê li Efrîna ku di sala 2018'an de ji hêla Tirkiyeyê ve rastî êriş û dagirkirinê hat vedibêje.
Fîlm ku ji hêla Miral Kilo yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye çêkirin, nîşan dide ka serdana jineke 67 salî ya bi navê Elmas a Almanya çawa vediguhere kabûsek dema ku komên Îslamî yên radîkal ku ji hêla artêşa Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, mala wê ya li Efrîn desteser dikin. Elmas ku hîn jî mifteyê digire lê nikare vegere gundê xwe, di fîlm de hêviya vegerandina erdê xwe yê desteserkirî û baxçeyên zeytûnên ku wê berê lê xwedî dikir temsîl dike.
GIRÎNGIYA MIHRÎCANAN
Kilo diyar kir ku bi vê fîlmê, wî xwestiye ronî bike ser tiştên ku li Efrînê qewimîne. Kilo got: "Hebûna di festîvalê de ji bo me çavkaniya serbilindiyê ye. Festîvalên wiha ji bo sînemaya Kurdî pir girîng in. Berdewamî pir girîng e. Di fîlm de, em çîroka koçberiya bi darê zorê ya jinekê ji Efrîn vedibêjin. Efrîn bi darên zeytûnên xwe tê nasîn. Me ev yek jî di fîlm de bi cih kir."
Kilo destnîşan kir ku dara zeytûnê sembola aştiyê ye û wiha domand: "Ew fîlmek e ku li dora kilîda xaniyekî, xewnên ku ew dibîne û dara zeytûnê disekine. Avakirina aştiyê ku ji hêla jinekê ve tê rêvebirin, dikare bi rêya dara zeytûnê jî were çareserkirin. Ew nîşan dide ka çawa mal û baxçeyên mirovên ku aştiyê dixwazin tên dagirkirin. Ew nîşan dide ka çawa çeteyên dijminê aştî û mirovahiyê darên zeytûnan, sembolên aştiyê, ji kokê radikin û dibin."
'EM EFRÎNÊ BIKIN BAJARÊ AŞTIYÊ'
Kilo der barê vegera ji bo Efrîn de got: "Xewna herî mezin a xelkê Efrîn ew e ku vegerin malên xwe û bi darên zeytûnên xwe re bibin yek. Divê vegera xelkê Efrînê bi vekirina rêya vegera wan were hêsankirin. Lêbelê, divê gavên dilniya ji bo vê yekê werin avêtin. Rewşa Efrînê hîn ne diyar e. Xewna me ew e ku Efrîn vegere rewşa xwe ya berê û bibe sembola aştiyê. Werin em têbikoşin da ku Efrîn, bajarê şaxê zeytûnê, bibe sembola aştiyê, bibe bajarê aştiyê. Pêvajoyek aştiyê tê nîqaşkirin. Efrîn yek ji stûnên girîng ên aştiyê ye. Hêviya me tenê ew e ku şaxê zeytûnê li vir geş bibe. Me hewl da ku vê yekê di fîlmê de jî nîşan bidin. Divê her kes were û beşdarî vê mihrîcanê bibe."
MA / Mujdat Can - Fethî Balaman
